​​​​​​​Rewşa tenduristiyê ya Er û Dag xirabtir dibe

Rewşa tenduristiyê ya Mazlûm Dag û Abdurrahman ên ku li hemberî zexta PDK’ê ya li xwekirina cilên bi yek tîpî 61 roj in di grava birçîbûnê de ne, her ku diçe xirabtir dibe.

​​​​​​​Rewşa tenduristiyê ya Er û Dag xirabtir dibe
17 tîrmeh, 2023   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 17'ê Tîrmeha 2019’an de li dijî endamê MÎT’ê Osman Kose yê di Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê kar dikir êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan hatibûn kuştin. Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin û li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er 61 roj in didome û rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe.

Tevî gelek bangan jî heya niharayedarên herêmê li ser rewşa Dag û Er ti daxuyaniyek û helwestek nîşan nedan.

Mazlum Dag di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Dag ragihandiye ku her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe û gotiye: “Rêveberiya girtîgehê 10 roj in ne li me dipirse ne jî tê cem me. Dibêjin ‘li nexweşxaneyê bijîşk tune ne û derman tune ne.’ Me bi mirinê re rû bi rû hiştine. Abdûrrahman 20 kîlo dane. Tenduristiya wî nebaş e.” Dag diyar kiriye ku wî jî 10 kîlo dane û nikare zêde biaxive.