'Polîsên Exlaqê!' yên bûn sedema qetilkirina Jîna Emînî dîsa dikevin dewrê

'Polîsên Exlaqê!' yên girêdayî dewleta Îranê û yên ku bûn sedema qetilkirina ciwana Kurd Jîna Emînî carek din derdikevin pêş.

'Polîsên Exlaqê!' yên bûn sedema qetilkirina Jîna Emînî dîsa dikevin dewrê
16 tîrmeh, 2023   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

10 meh piştî qetilkirina ciwana Kurd Jîna Emînî (16`ê Îlona 2022) ji aliyê “Polîsên Exlaqê!” yên girêdayî dewleta Îranê û destpêkirina Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”, Berdevkê Ewlehiya Hundirîn a Îranê Muntezer El Mehdî ragihand ku dê “Polîsên Exlaqê!” carek din li kolanan belav bibin.

Li gorî malpera Iran International, El Mehdî got, “Ji îro pê ve dê li hember kesên ku cilên ne asayî li xwe dikin li sernaserê welat dewriye werin meşandin. Eger fermanên polîsan neyên bicihanîn, dê tedbîrên qanûnî werin girtin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di Kanûna borî de rayedarekî dewleta Îranê gotibû ku têkiliya “Polîsên Exlaqê!” bi dadgeriyê tune ye û karê wan hatiye sekinandin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî diyar kiribû ku daxuyaniyên dewleta Îranê yên têkildarî jiholêrakirina “Polîsên Exlaqê!” ne zelal û nakok in û gotibû: “Li Îranê hîna jî ji ber ku hîcabê li xwe nakin jin bi awayekî neheq tên binçavkirin.”

Tê destnîşankirin ku ji ber tundiya dewleta Îranê li hember xwepêşandêrên li Rojhilatê Kurdistanê-Îran, di nav de 41 zarok nêzî 300 kesî jiyana xwe ji dest daye.

(c)