`Jina zana bingeha avakirina civakeke demokratîk e`

Di çarçoveya hemleya “JIna zana bingeha avakirina civakeke demokratîk e” Meclisa Jinan a Partiya  Sûriya Pêşerojê civîneke li dar xist û geşedanên siyasî yên li Sûriye û herêmê şîrove kirin.

`Jina zana bingeha avakirina civakeke demokratîk e`
`Jina zana bingeha avakirina civakeke demokratîk e`
`Jina zana bingeha avakirina civakeke demokratîk e`
`Jina zana bingeha avakirina civakeke demokratîk e`
`Jina zana bingeha avakirina civakeke demokratîk e`
`Jina zana bingeha avakirina civakeke demokratîk e`
`Jina zana bingeha avakirina civakeke demokratîk e`
`Jina zana bingeha avakirina civakeke demokratîk e`
16 tîrmeh, 2023   16:41
TEBQA

Bi dehan şêniyên herêmê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, nivîsgeh û komîteyên jinan tev li civînê bûn.

Di civînê de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê Nadiye El Mihemed bixêrhatina beşdaran kir. Dûre cîgira berdevka giştî ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Semîre Ezîz axivî û behsa geşedanên siyasî yên li Sûriye û herêmê kir.

Her wiha Semîre balkişand ser şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dimeşîne kir û got: “Dewleta Tirk fitneyê di navbera êlên herêmê de belav dike û wan teşwîq dike ku ciwanên xwe ji QSD`ê vekişînin ji bo ku eniyên hundirîn zaîf bike. Ji bo têkbirina rêgezên bingehîn ên civakê ku jin û ciwan in, narkotîkê belav dike.”

Semîra îşare bi girîngiya hemleyê kir ku armanca wê xurtkirina jinan e ji bo ku rola xwe di civakê de û avakirina wê nas bikin.

(şx)

ANHA