`Dewleta Tirk û rêxistinên navneteweyî berpirsên tişta bi serê rêberê me were`

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Tebqayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de têkildarî berxwedana girtîgehan li Tirkiyeyê sînevizyonek hate pêşandan.

`Dewleta Tirk û rêxistinên navneteweyî berpirsên tişta bi serê rêberê me were`
16 tîrmeh, 2023   14:50
 TEBQA

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, meclisên leşkerî, partî, tevgerên jinan li Goristana Şehîdan a Tebqayê kom bûn û tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûya Macîde El Kerîm axivî û got: “Her roj, detayên komploya li dijî rêberê mirovahiyê eşkere dibin. Nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Abdullah Ocalan, beşeke wê komployê ye ku asta kîna wan a li hember rêberê me, eşkere kir.”

Macîde sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga mezinkirina têkoşîn û berxwedanê kir.

/ar/uploads/files/2023/07/16/141441_wqfh-ahtjajyh-tstnkr-mmarsat-dwlh-alahtlal-altrkyh-ala-alqaed-abd-allh-awjlan-28329.webp

Her wiha Mecîda destnîşan kir ku dewleta Tirk, rêxistinên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî di serî de CPT berpirsên tişta bi serê Rêber Abdullah Ocalan were.

Dûre sînevizyonek têkildarî berxwedana girtîgehên li Tirkiye û berxwedana 14`ê Tîrmehê hate pêşandan.

(şx)

ANHA