Di şewata depoya sotmeniyê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Til Koçerê ya girêdayî kantona Qamişloyê depoyeke sotemeniyê şewitî û di encamê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da.

Di şewata depoya sotmeniyê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da
16 tîrmeh, 2023   12:59
QAMIŞLO

Li stasyoneke sotemeniyê ku kîlometrekê dûrî navenda navçeya Til Koçerê ye depoya sotemeniyê şewitî. Di encamê de du xebatkarên stasyonê ku depo lihîm dikirin jiyana xwe ji dest dan.

Ciwanên ku jiyana xwe ji dest dane “Amir Salih El Şehne (25) û Samir El Cibirû (23)” in.

(bb)

ANHA