Tecrîd û gefxwarinên li Rêber Abdullah Ocalan bi çalakiyan hatin protestokirin

Li 3 bejarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan daketin. Yekitiya Parêzerên Efrînê jî bi daxuyaniyekê got, dewleta Tirk û Yekitiya Ewropayê berpirsên rewşa tenduristiyê ya Rêber Abdullah Ocalan e.

16 tîrmeh, 2023   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li dijî nameyên gefxwarinê yên dewleta Tirk dane Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin. Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqa, Minbic û gundewarê rojava yê Dêrazorê meş li dar xistin. Di meşan de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin. Bi heman armancê Yekitiya Parêzerên Efrînê daxuyaniyek da.

REQA

Li bajarê Reqayê bi pêşengiya Kombûna Jinan a Zenûbiyayê meşek hat lidarxistin. Di nav de endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, Desteya Jin û tevgerên ciwanan, bi sedan şêniyên Reqayê beşdarî meşê bûn. Meş ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a li başûrê bajar dest pê kir. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan, pankartên bi nivîsên "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan e" hatin vekirin û bê navber dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî Rêber me Abdullah Ocalan" hatin berzkirin.

Meş li Pêşiya Peyker rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Buseyna Ebdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de tecrîda mutleq û siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û hat gotin, pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê li dijî qanûnên Tirkiye û yên navneteweyî ye.

Her wiha îşaret bi nameyên gefxwarinên û zextên dirûnî yên li ser Rêber Abdullah Ocalan jî hat kirin û hate diyarkirin ku ev name kaxezeke din a Erdoganê sûcdar û hikumeta wî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Ji bo rakirina tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê em têkoşînê geş bikin. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî gelên herêmê ye. Ji vir ji qada têkoşîn û berxwedanê, ji jinên Reqayê em silavê xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin û soz didin ku em ê têkoşînê xurt bikin heta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin."

DÊRAZOR

Meşa li gundewarê rojava yê Dêrazorê jî ku bi sedan kes tevlê bûn, ji pêşiya çerxerêya bajarokê Kisrayê dest pê kir.Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Êrişên dijminên faşîst delîlê tirsa wan ji şoreşa jinê ne" û "Bi fikr û felsefeya Rêber Ocalan em ê xeta şehîdan berdewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin" hatin vekirin.

Şêniyan heta çerxerêya duyemîn a bajarokê meşiya. Li vir jî Rêvebera Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê Xîtam Salih daxuyanî xwend.

Xîtam tecrîd û gefên li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha got: "Tecrîda giran a li ser Rêbertî neheqiyeke, ji ber ku rêberê gelan û tevahî mirovahiyê di nava çar dîwaran de  hatiye tecrîdkirin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo yekitiya gelan têkoşînê dike û li hemberî zilma li ser jinan rabû, ji ber vê yekê divê tecrîd were rakirin. "

Xîtam di dawiya daxuyaniyê de got, kilîta çareserkirina hemû aloziyan li Îmraliyê y û bang li aliyên têkildar û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bisekinin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirna Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

MINBIC

Bi heman armancê jinên Minbicê ji çerxerêya Mêzan heta çerxerêya Meseb meşiyan û bê navber dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana jinan" û "Bijî berxwedana Rêbertî" qêriyan.

Li çerxerêya Meseb hevseroka Meclisa PYD'ê ya Dêrazorê Rîm Derwîş axivî.

Rîm kirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û nameyên gefxwarinê şermezar kirin û anî ziman ku ev kirin derexlaqî û derqanûnî ne.

Rîm Derwîş anî ziman ku girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveyê şerê dewleta Tirk ên li dijî destekftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk tê û wiha got: "Ev gef bi nêzîkbûnan salvgera Şoreşa 19'ê Tîrmehê, şoreşa jinên azad tên xwarin. Bi van gefan dixwaze vê nameyê bide ku ew ê tolê ji têkoşîna jinan a ku tevahî planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin, hilîne."

Di dawiyê de dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

ŞEHBA

Li Şehbayê jî Yekitiya Parêzerên Efrînê bi daxuyaniyekê nameyên gefxwarinê yên ji bo Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin. Parêzeran anî ziman ku dewleta Tirk, Yekitiya Ewropa, Rêxistina Mafên Mirovan, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê berpirsên rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan in.

Parêzeran bang li aliyên têkildar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan tavilê bikin tevgerê.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3LgDXfvi_Do" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1HqLJwOVXTo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>