Esed bo Tirkiyeyê: Hin dewletên cîran destek dan terorê

Beşar Esed di civîna çapemeniyê ya li gel serokwezîrê Iraqê de bêyî ku bi nav bike dewleta Tirk rexne kir û got: “Hin dewletên cîran yekser piştgirî dan terorê û sûriyeyî û iraqî bê av hiştin.”

Esed bo Tirkiyeyê: Hin dewletên cîran destek dan terorê
16 tîrmeh, 2023   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Beşar Esed û serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Şamê hevdîtin kir, civîna çapemeniyê li dar xist.

Esed bêyî ku bi nav bike, dewleta Tirk rexne kir û got, "Hin dewletên cîran bi awayekî yekser destek dan terorê. Her wiha astengiyeke mezintir heye, ew jî dizîna para Sûriye û Iraqê ji ava çemên Firat û Dîcleyê ye. Ev ye tê wateya tîkirin û birçîkirinê.”

Sûdanî jî diyar kir ku Iraq tevî dewletên ku destekê didin îstîqrarê ji bo Sûriyeyê dixebite û got ku ew ê Sûriyeyê bi tenê nehêlin. Sûdanî bal kişand ku koordîneya di navbera Iraq û Sûriyeyê de rêbaza herî guncaw a derbaskirina astengiyên hevbeş ên mîna “terorê” û kêmbûna avê ye.

(fr/c)