Şampiyona Basketbolê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

Li bajarê Reqayê Şampiyona Basketbolê ya Jinan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya 3 tîman dest pê kir.

Şampiyona Basketbolê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
Şampiyona Basketbolê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
Şampiyona Basketbolê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
Şampiyona Basketbolê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
Şampiyona Basketbolê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
16 tîrmeh, 2023   12:18
REQA

Di şampiyonê de endamên Desteya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê û Yekitiya Werzîşê ya Reqayê beşdar bûn.

Şampiyon li hola Şehîd Edhem a Werzîşê ya li Reqayê tê lidarxistin. Endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê Emîne Mihemed ku axaftina destpêkê kir, lidarxistina şampiyonê pîroz kir û got: "Ev şampiyon di çarçoveya aktîvîteyên Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi armanca pêşxistina werzîşê li herêmê, tê lidarxistin. Em serkeftinê ji tîmên beşdar re dixwazin.”

Piştî axaftinan, maça di navbera tîmên Reqa û Tebqayê de dest pê kir. Tîma Reqayê bi 50 puanan li hember 10 puanan ji bo tîma Tebqayê, bi ser ket.

Şampiyon sibê bi matça fînalê bi dawî dibe. Dê şampiyona Basketbolê ya îsal were xelatkirin.

(fr/c)

ANHA