Li Dêrazorê çekdarekî 'Dîfa El Wetanî' hat kuştin

Li Dêrazorê di navbera çekdarên ''Dîfa El Wetanî'' û hêzên hikumeta Şamê de şer derket. Di encamê de çekdarekî ''Dîfa El Wetanî'' hat kuştin.

Li Dêrazorê çekdarekî 'Dîfa El Wetanî' hat kuştin
16 tîrmeh, 2023   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li benda kontrolê ya Selama ya li rojhilatê bajarê Dêrazorê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên ''Dîfa El Wetanî'' de şer derket. Di şer de çekdarekî ''Dîfa El Wetanî'' yê nêzî fermandarê wê komê li Dêrazorê Fîras El Ceham, hate kuştin.

Piştî şer hêzên hikumeta Şamê êrişeke muhtemel a ''Dîfa El Wetanî'' li bajar seferber bûn.

SOHR`ê her wiha ragihand ku di saetên dawîn de jî di navbera koma "Isûd El Şerqiye" yên girêdayî "Dîfa El Wetanî" û endamên navenda îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê de şer derketiye.

Li gorî SOHR`ê, şer ji ber pevçûnekê li ber firina Caz a li navenda bajêr derketiye. Di encamê de ji her du aliyan 4 kes birîndar bûn, ku di nav de alîkarekî ewlehiya leşkerî ya hikumeta Şamê jî heye.

(bb)