Li Minbicê êrişa hewayî ya dewleta dagirker: Sivîlek birîndar bû

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku teqîna li başûrê Minbicê di encama bombebarana balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de pêk hatiye û di encamê de sivîlek birîndar bûye.

Li Minbicê êrişa hewayî ya dewleta dagirker: Sivîlek birîndar bû
16 tîrmeh, 2023   11:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Îro danê siharê derdora saet 11:00`an balafireke bêrmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Hesen Axa yê başûrê Minbicê erebeyek bombebaran kir. Di êrişê de welatiyê bi navê Ehmed Casim bi sivikî birîndar bû.”

Beriya daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê were eşkerekirin, nûçegihanê me ji herêmê ragihandibû ku li başûrê bajêr teqîn pêk hatiye. Lê çawanî û sedemên teqînê nehatibûn zanîn.

(c)