Gerîlayan dronek îmha kir, dagirkeran jî carek din bi bombeyên taktîk nukleer êriş kir

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de droneke artêşa dagirker hat îmhakirin. Dewleta Tirk a dagirker jî careke din êrişên bi bombeya taktîk nukleer li dijî gerîla pêk anîn.

Gerîlayan dronek îmha kir, dagirkeran jî carek din bi bombeyên taktîk nukleer êriş kir
16 tîrmeh, 2023   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî qadên berxwedanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG`ê de ev agahî hatin parvekirin.

“1. Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

- 14’ê Tîrmehê di saet 07.00, 08.00 û 09.00’ê de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM, hate xistin.

- 14’ê Tîrmehê di saet 12.30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneke dagirkeran hate îmhakirin.

- 15’ê Tîrmehê ji saet 07.00’an heta 11.00’an bi çekên giran 4 caran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate xistin.

2. Li herêma Xakurkê;

- 14’ê Tîrmehê di saet 12.40’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Şahan hate xistin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate lidarxistin.

3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên taktîk nukleer pêk anîn;

- 15’ê Tîrmehê di saet 08.00’an de çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê carekê bi bombeyên taktîk nukleer hate bombekirin.

4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

- Artêşa Tirk a dagirker 14 û 15’ê Tîrmehê êrîşî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê û yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl kir  û hewl da tunelên me bi kepçeyan hilweşîne.

- 14’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Hekkariyê û Golkayê 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

- 14 û 15’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê, herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Gundê Dergelê yê Metînayê, Gundê Şêlazê, Qada Berxwedanê ya Girê Hekkariyê û qadên Girê Şehîd Heqî, Girê Şehîd Kamuran û Ava Lolanê yên li Xakurkê 261 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.