Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Elî El Hecî hat oxirkirin

​​​​​​​Cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Elî El Hecî bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Navçeya Sirînê hat veşartin.

Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Elî El Hecî hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Elî El Hecî hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Elî El Hecî hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Elî El Hecî hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Elî El Hecî hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Elî El Hecî hat oxirkirin
16 tîrmeh, 2023   10:40
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Elî El Hecî ku 11'ê Tîrmehê li ser erka xwe şehîd bûbû, li Goristana Şehîdan a navçeya Sirînê veşart.

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê ya Herêma Firatê Ehmed Îbrahîm di merasîmê de axivî û soza şopandina xeta şehîdan ta mîsogerkirina serketinê da.

Îbrahîm got: "Em amade ne bersiva çavbirçiyên xaka me bidin. Divê bizanibin ku em xwediyê vê axê ne û dev ji xaka xwe bernadin."

Rêveberê Meclisa Navçeya Sirînê Mihemed Recep jî axivî û got: "Yê ku li vir dijî asta komployên navneteweyî dizane. Em nêzî salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê dibin, di şoreşê de gelê herêmê gotina xwe ji çavbirçiyên dagirkirina xaka me re got. Divê em li derdora Rêveberiya Xweser kom bibin ku ji tevahî gelên herêmê re aramî û ewlehiyê tîne."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî banga hevgirtina bi hêzên parastinê re û xurtkirina têkoşînê li gel herêmê kir û got: "Asta komployan mezin e, tenê bi berxwedanê em ê bi serkevin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya Elî El Hecî hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd Elî El Hecî bi dirûşman hat veşartin.

(bb)

ANHA