Artêşa Sûdanê ji bo dan û standinan li Erebistana Siûdî ye

Nûnerên artêşa Sûdanê ji bo ku dan û standinên bi Hêzên Piştevaniya Lezgîn re bidomînin, duh gihaştin bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî.

Artêşa Sûdanê ji bo dan û standinan li Erebistana Siûdî ye
16 tîrmeh, 2023   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, nûnerên artêşa Sûdanê duh gihaştin bajarê Cedayê yê Erebistana Siûdî da ku dan û standinên xwe bi Hêzên Piştevaniya Lezgîn re berdewam bikin.

Ji ber binpêkirinên agirbestê, Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) destpêka Hezîranê dan û standinên di navbera aliyên Sûdanê de yên li Cedayê taloq kiribûn.

Roja pêncşemê jî Misirê hewldaneke navbeynkariyê ragihandibû. Hewldana Misirê ji aliyê artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn ve hat pêşwazîkirin.

Ji bo bidawîkirina şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de de ku ji Nîsana borî ve dewam dike, gelek caran agirbest hat ragihandin, lê agirbest hat binpêkirin.

(fr/bb)