Zarokekî ji Rojava li Başûr hat qetilkirin

Li navçeya Ranya ya ser bi Îdareya Raperînê ya Başûrê Kurdisanê ve cenazeyê zarokekî ji xelkê Rojavayê Kurdistanê ku bi awayekî hovane hatibû qetilkirin, hate dîtin.

Zarokekî ji Rojava li Başûr hat qetilkirin
16 tîrmeh, 2023   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe spartin Rêveberiya Îdareya Raperînê, duh bi şev cenazeyê zarokê bi navê Yasir Mihemed (8) ê ji xelkê Rojava li navçeya Ranya ya ser bi Îdareya Raperînê ve hatiye dîtin.

Li gorî heman çavkaniyan, xizmên Yasir gotin ku kesekî nenas bi hinceta ku dê tiştan jê re bikirin, zarokê wan ji malê biriye û êdî venegeriyaye. Piştî lêkolînan derket holê ku ew zarok ji aliyê ciwanekî 21 salî yê xelkê Ranyayê ve bi kêran hatiye kuştin.

Rêveberiya Îdareya Raperînê da zanîn ku kujer hatiye binçavkirin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Hat ragihandin ku cenazeyê zarokê hatî qetilkirin ji bo tiba edlî ya Ranyayê hatiye şandin.

(c)