Serokwezîrê Iraqê tê Şamê

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro tê Şamê û dê bi Beşar Esed re hevdîtinê bike.

Serokwezîrê Iraqê tê Şamê
16 tîrmeh, 2023   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajanseke hikumeta Şamê, serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro serdana Şamê dike û dê bi Beşar Esed re hevîdtinê bike.

Medyaya Iraqê jî ragihand ku Sûdanî îro bi awayekî fermî serdana Sûriyeyê dike.

Tê destnîşankirin ku ji dema destpêkirina aloziya Sûriyeyê de, Sûdanî yekemîn serokê hikumeta Iraqê ye ku diçe Sûriyeyê.

(c)