Li cîhanê pêleke dijwar a germahiya

Li seranserê cîhanê pêleke dijwar a germahiyê heye. Li hin welatan pileyên germahiyê rekora salên berê jî şikand. Pispor dibêjin ku ev germahiya zêde ji ber emîsyona gaza serayê ye.

Li cîhanê pêleke dijwar a germahiya
16 tîrmeh, 2023   08:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Çînê bigire û heta Ewropa û Amerîkayê li sernaserê cîhanê pêleke germahiya zêde heye. Desthilatên dewletan li hember germahiya dijwar û şewatên di encama gaza serayê û guhertina avhewayê de derdikevin tedbîran digirin.

Li îtalyayê germahiyeke zêde heye. Tê texmînkirin ku di çend rojên pêş de pileya germahiyê rekorên berê jî bişikîne. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya wî welatî, tê texmînkirin ku ji îro de pileya germahiyê wê bigihîje 36-37`an.

Medyaya Îtalyayê jî ragihand ku ji ber germahiya zêde du lîstikvanên futbolê roja înê jiyana xwe ji dest dane.

Desthilata Yewnanistanê jî ji ber germahiyê perestgeha navdar (Acropolis) di saetên ku tê de pileya germê zêde ye, girtiye.

Li paytexta Yewnanistan Atenayê jî pileya germahiyê di navbera 40-41`an de ye. Li hin herêman jî pileya germahî gihîşt 44`an.

Li Spanya, Fransa, Almanya û Polonyayê jî pêleke dijwar a germahiyê heye. Tê texmînkirin ku li parçeyekî mezin ê Almanyayê pileyên germahiyê bigihînin 38`an.

Li herêmên başûr û başûr rojhilatê Çînê pileyên germahiyê di navbera 35-40`î de hatin qeydkirin.

Li hêla din a cîhanê, li gelek deverên Amerîkayê bi deh milyonan kes di bin dijwariya tavê de jiyan dikin. Li hin wîlayetan 15 roj in pileyên germahiyê 43 derbas kiriye.

Li Kanadayê jî di encama germahiya zêde de şewat derketiye. Zêdetirî 500 şewat hîna nehatine kontrolkirin.

 Germahiya zêde bandor li welatên Ereban û bi taybetî welatên Bakurê Afrîkayê jî kiriye. Li Mexribê hat ragihandin ku dê heta roja sêşemê hewa gelekî germ be. Li gelek bajarên din jî pileyên germahiyê di navbera 37-47`an de ne.

Li hin deverên Urdinê jî pileyên germahiyê 40 derbas kir. Tîmên agirkujiyê hewl didin hin şewatên li daristanên Eclûn ên bakurê welat derketine, vemirînin.

Li gorî Servîsa Ewropayê 'Copernîcûs' û Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA), meha Hezîranê ya herî germ bû. Lê li gorî daneyên destpêkê yên Rêxistina meteorolojî ya Cîhanê, pileyên germê di hefteya yekemîn a Tîrmehê de rekora Hezîranê jî şikandiye. Pispor dibêjin ku emîsyona gaza serayê pileyên germahiyê zêdetir dikin.

Li gorî heman rêxistinê, germahî yek ji xeternaktirîn bûyerên girêdayî avhewayê ye. Li gorî lêkolîneke nû hatî kirin, di havîna sala borî de ji ber germahiya zêde tenê li Ewropayê zêdetirî 60 hezar kesî jiyana xwe ji dest da.

(c)