Rêxistina Sara: Qetilkirina Asya û Emîne tê şopandin

Berdevka Rêxistina Sara diyar kir ku ew bûyera qetilkirina 2 keçên xwîşkên hev li Tirbespiyê dişopînin.

Rêxistina Sara: Qetilkirina Asya û Emîne tê şopandin
16 tîrmeh, 2023   07:52
 QAMIŞLO

12`ê Tîrmehê li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo 2 keçên xwîşkên hev Asya Îbrahîm Hisên (16) û Emîne Îbrahîm Hisên (18), ku ji gundewarên Helebê ne û li navçeyê bi cih dibûn, li mala wan mirî hatin dîtin.

Bav û jinbava herdu xwîşkan îddia kiribûn ku zarokên wan di encama girtina kehrebeyê de jiyana xwe ji dest dane û agahî dabûn Heyva Sor a Kurd. Ekîbên Heyva Sor a Kurd jî cenaze veguhestibûn navenda xwe ya li Tirbespiyê. Piştre jî pisporên tiba edlî li sen cenazeyana otopsî çêkiribû û derketibû holê ku herdu xwîşk hatine kuştin. 

Têkildarî mijarê Kongreya Star di 13`ê Tîrmehê de daxuyanî dabû. Ev dosya niha ji aliyê tevger û rêxistinên jinan ve tê şopandin.

Berdevka Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li ser Jinê Arzû Temo der barê mijarê de ji me re axivî.

Arzû qetilkirina her du xwîşkan şermezar kir û da zanîn ku lêkolînên wan li ser bûyerê dewam dikin.

Arzû Temo bang li aliyên peywendîdar kir ku cezayên giran li sûcdaran bibirin û kesên ku destê wan di bûyerên de hebin bên cezakirin.

(he/c)

ANHA