Tiba edlî: Her du xwişkên li Tirbespiyê hatine qetilkirin

Tiba edlî eşkere kir ku her du xwişkên duh li Tirbespiyê jiyana xwe ji dest dabûn, hatine qetilkirin. Kongra Star jî bi daxuyaniyekê xwest cezayên giran li kujeran bên birîn.

Tiba edlî: Her du xwişkên li Tirbespiyê hatine qetilkirin
13 tîrmeh, 2023   12:03
QAMIŞLO

Duh nûçegihanê me ji navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê agahî dabû ku 2 xwişkên ji gundewarên Helebê yên tevî malbata xwe li navçeyê bi cih dibûn, jiyana xwe ji dest daye.

Navên her du xwişkan Asya Îbrahîm Hisên (16) û Emîne Îbrahîm Hisên (18) e.

Cenazeyên wan rakiribûn navendeke Heyva Sor a Kurd a li navçeyê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Dozgeriya Giştî ya navçeyê dest bi lêpirsînkirina bûyerê kiribû.

Li gorî agahiyên ku me ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tiba edlî bi dest xistine, her du xwişk hatine qetilkirin.

Hêzên ewlekariyê heta niha têkildarî mijarê û detayên vî sûcî tu daxuyaniyên fermî nedane.

Kongra Star a Tirbespiyê jî têkildarî mijarê li pêşiya navenda xwe daxuyaniyek da. Endama Kongra Star Nezha Xelîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li aliyên têkildar hat kirin ku cezayên giran li sûcdaran bên birîn û hat gotin: “Sûcên qetilkirina jinan hedefgirtina îradeya tevahî jinan in.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em ê li hember siyasetên ku qetilkirina jinan wekî rêbazekî ji bo teslîmgirtina jinan tên meşandin, têkoşînê mezin bikin.”

(c)

ANHA