Şêniyên Kobanê û Qamişloyê şehîdên 14′ê Tîrmehê bi bîr anîn

Xelkê bajar û navçeyên kantonên Qamişlo û Kobanê salvegera 41′emîn a Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anî û got ji bo sekna li hember qirkirinên li dijî gelên azadîxwaz ew ê li ser metoda şehîdan bimeşînin û rêya berxwedanê hilbijêrin.

Şêniyên Kobanê û Qamişloyê şehîdên 14′ê Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê û Qamişloyê şehîdên 14′ê Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê û Qamişloyê şehîdên 14′ê Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê û Qamişloyê şehîdên 14′ê Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê û Qamişloyê şehîdên 14′ê Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê û Qamişloyê şehîdên 14′ê Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê û Qamişloyê şehîdên 14′ê Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê û Qamişloyê şehîdên 14′ê Tîrmehê bi bîr anîn
13 tîrmeh, 2023   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera 41′emîn a greva birçîbûnê (Berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê) ya 14′ê Tîrmeha 1982′yan de çalakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa li navenda çandê ya li bajêr merasîma bîranînê li dar xist.

Di merasîma bîranîna şehîdên Berxwedana 14′ê Tîrmehê de, şêniyên Çilaxa, gundewarên wê, endamên sazî, meclisên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star beşdar bûn.

Di merasîmê de Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Girkê Legê Fûad Sedon di ruhê şehîdên Berxweddana 14′ê Tîrmehê de tevahî şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê de bi bîr anîn.

Sedon wiha got: "Piştî endamê Komîteya Navendî ya PKK′ê Xeyrî Durmuş greva birçîbûnê di 14′ê Tîrmeha 1982′yan li Girîtgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ragihand , Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akif Yilmaz tev lê bûn, girtîgeh vegerîn qada sereke ya berxwedanê li dijî dewleta Tirk a faşîst."

Sedon berxwedana girtîgehan, ruxmî kiryar û sûcên li dijî girtiyan, silav kir û wiha domand: "Ev berxwedan bû rêbaz û têgeha serkeftinê."

Sedon soz da ku rêça têkoşerên 14′ê Tîrmehê bişopîne û ji bo sekna li hember qirkirinê ya li dijî gelên azadîxwaz rêya berxwedanê hilbijêre.

Girêdayî heman mijarê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê li navenda Dicle ya Çand û Hunerê merasîma bîranînê li dar xist.

Endamê meclisê Dêrik Nûbar diyar kir ku Berxwedana 14′ê Tîrmehê têgeha rêveberiya azad û têkoşîna heta serkeftinê belav kir û wiha got: "Şoreşa 19′ê Tîrmehê ya li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkoşîna gelên bindest a di rêya azadiyî, berdewama Berxwedana Girtîgeha Amedê ya 14′ê Tîrmehê ye."

Çalakî bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

Her wiha şêniyên navçeya Çelebiyê ya Kobanê bi rêya semînerekê ku li hola civînan a meclisê hatiye lidar xistin, şehîdên 14′ê Tîrmehê bi bîr anîn. Endamê Komîteya Rêxistinê ya PYD′ê Ebdurehman Şêx Xelef semîner bi rê ve bir.

Xelef diyar kir ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya berxwedana şehîdên ku canê xwe di oxira azadiya gelan de daye, dijîn, mîna Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Alî Çîçek.

Xelef wiha domand: "Van lehengan li dijî hovîtiya desthilatên Tirkiyeyê û îşkenceya wan li dijî girtiyên tevgera rizgariya Kurdistanê, di 14′ê Tîrmeha 1982′yan de dest bi Rojiya Mirinê kir. Da ku helwesta xwe li dijî mêtingerî û faşîstê derxin holê"

Xelef anî ziman ku Berxwedana 14′ê Tîrmehê xwedî nirxekî mezin e. Ji ber ku fikira mirovahî û demokrasiyê ya ku gavên wê yên destpêkê Rêber Abdullah Ocalan danîne, ava kir û her kesê bi fikra azad bawer be striyek li hember dagirkeran e.

Semîner bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TaPzSes7zTc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Mt0M2XMMlKA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>