′Em dev ji berxwedanê bernadin′

Şêniyên navçeya Til Birakê ya Qamişloyê got ew ê heta pêkanîna serkeftinê ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li dijî dagirker û dijminan têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin.

′Em dev ji berxwedanê bernadin′
′Em dev ji berxwedanê bernadin′
′Em dev ji berxwedanê bernadin′
′Em dev ji berxwedanê bernadin′
′Em dev ji berxwedanê bernadin′
′Em dev ji berxwedanê bernadin′
′Em dev ji berxwedanê bernadin′
′Em dev ji berxwedanê bernadin′
12 tîrmeh, 2023   13:10
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê ya Qamişloyê merasîma sersaxiyê ji şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Beşîr Cuma El Ubed û Heyder Hemîd Hîlal re li dar xist. Her du şervan di dema li ser erka xwe de bûn li Til Birakê di 8′ê Tîrmehê de şehîd bûbûn.

Konê sersaxiyê li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li rojavayê Til Birakê hate lidarxistin, tê de xelkê Qamişlo, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran beşdar bûn.

Di merasîma sersaxiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Şuca El Hisir sersaxî da malbatên şehîdan û rola şehîdan pîroz kir û wiha got: "Şehîdan di oxira parastina welat û gel de canê xwe feda kir."

Endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Til Birakê Mûsa El Mûsa jî bal kişand ser rola şehîdan di pêkanîna ewlehiyê de û wiha got: "Ne ji şehîdan bûya, ewlehî û îstîqrar li herêmên me pêk nedihat. Em soz didin şehîdan heta pêkanîna armancên wan rêça wan bişopînin."

Li aliyekî din jî endamê PYD′ê yê Til Birakê Ebdurehîm Fatimî axivî û wiha anî ziman: "Birîna me kûr e, lê berxwedana gelê me li hember dijmin û dagirkeran me ewle dike."

Hevseroka Şaredariya Gel a Til Birakê Yusra El Xelîf jî bal kişand ser bilindkirina têkoşînê û wiha got: "Her atomek ji xaka welat bi fedekariyan şehîdan hatiya parastin. Em dev ji berxwedana xwe bernadin û em ê azadiyê pêk bînin."

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(fr)

ANHA