Dewleta dagirker kujerê jineke efrînî serbest berda

Dewleta Tirk a dagirker çeteyê ku jina efrînî ya bi navê Ûfe Ehmed qetil kiribû û mala wê dizîbû û şewitandibû, serbest berda.

Dewleta dagirker kujerê jineke efrînî serbest berda
12 tîrmeh, 2023   13:05
 ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyan hatine bidestxistin, dadgerê ku lêpirsînkirina doza qetilkirina Ûfe Ehmed bi rê ve dibir, kujer “Ebû Somer” ê ku Ûfê qetil kiribû bi fermanên dewleta Tirk a dagirker serbest berdaye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku kujer “Ebû Somer” ji Xûta Rojhilat a gundewarê Şamê ye û serçeteyekî koma “Mihemed Fatih” a girêdayî dewleta dagirker e.

Li gorî agahiyan, çeteyên “Polîsên Leşkerî” ji bo ku malbata Ûfe dozê bigire, beriya çend rojan hevjînê Ûfe “Henîf Henan Xelîl” û birayê wê “Mesûd Ehmed” revandiye û birine cihekî ne diyar.

Jina Kurd Ûfe Ehmed a ji gundê Şêx ê girêdayî navçeya Raco ji aliyê çeteyan ve hatibû qetilkirin û mala wê ya li navenda bajarê Efrînê hatibû dizîn û şewitandin.

(c)

ANHA