Li Nexweşxaneya Reqayê Beşa Onkolojiyê hat vekirin

Cara yekemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê de Beşa Onkolojiyê hat vekirin.

Li Nexweşxaneya Reqayê Beşa Onkolojiyê hat vekirin
Li Nexweşxaneya Reqayê Beşa Onkolojiyê hat vekirin
Li Nexweşxaneya Reqayê Beşa Onkolojiyê hat vekirin
Li Nexweşxaneya Reqayê Beşa Onkolojiyê hat vekirin
Li Nexweşxaneya Reqayê Beşa Onkolojiyê hat vekirin
Li Nexweşxaneya Reqayê Beşa Onkolojiyê hat vekirin
Li Nexweşxaneya Reqayê Beşa Onkolojiyê hat vekirin
Li Nexweşxaneya Reqayê Beşa Onkolojiyê hat vekirin
12 tîrmeh, 2023   13:21
REQA

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê û Komeleya Penceşêrê li Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê beşê Onkolojiyê vekir. Nexweşên penceşêrê wê bêpere li vî beşî tedawiyê bibin.

Di merasîma vekirina beşa Onkolojiyê de, endamên Komîteya Tenduristiyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sivîl a Reqayê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û pijîşkên penceşêrê amade bûn.

Hevseorkê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Elî El Muşrif di merasîmê de axivî û got: "Piştî xebatê zêdetirî 10 salan dewam kir, me îro dermanê ewil ji bo nexweşan peyda kir."

El Muşrif spasiya komeleyên tenduristiyê, Komeleya Penceşêrê ya Sûriyeyê û hemû kesên ku ji bo vekirina vî beşî destek dane, kir û diyar kir ku ji îro pê ve dest bi pêşwazkirina nexweşan kirine û dê wan bêpere derman dikin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid jî vekirina vî beşê wekî serketineke dîrokî ji bo xelkê Reqayê bi nav kir. El Ebid spasiya Komîteya Tenduristiyê û tevahî xebatkarên ku ji bo vekirina vî beşî destek dane, kir.

Deriyê Beşa Onkolojiyê ji aliyê Dayika şehîd Şiyar Kobanê, Sedîqa Elî Daban ve hat vekirin.

Di Beşa Onkolojiyê de 24 bijîşk, hemşîre, dermansaz, her wiha laboratwar û cîhazê rontgenê hene. Niha 10 hezar derzî li vî beşê hene.

Beşa Onkolojiyê ya li Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşa yekane ye.

Beriya vekirina vî beşî, nexweşên penceşêrê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo dermankirinê berê xwe didan Şamê û ji bilî lêçûnên rêyê, rastî aciziya hêzên ewlekariyê yên Şamê dihatin. Lê niha û şûnve dê barê wan bê sivikkirin.

(bb)

ANHA