Li Til Hemîsê merasîma oxirkirina 2 şehîdan

Şêniyên Til Birak û Til Hemîsê yên beşdarî merasîma oxirkirina 2 şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê bûn soz dan ku ew ê heta pêkanîna serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin.

Li Til Hemîsê merasîma oxirkirina 2 şehîdan
11 tîrmeh, 2023   11:12
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Til Hemîs û Til Birak ên girêdayî kantona Qamişlo beşdarî merasîma oxirkirina şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Beşîr Cûma El Ubêd û Heyder Hemîd Hîlal bû.

Her du şervanên Hêzên Erka Xweparastinê dema ku li Til Birakê li ser erka xwe bûn, di 8`ê Tîrmehê de şehîd bibûn.

Merasîm li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê hat lidarxistin. Li wê derê, piştî rêzgirtinê, ji Fermandarên QSD`ê yê navçeya Til Birakê Demhat Hesekê axivî û got: “Em bi saya fedakariyên şehîdan îro di nava ewlehiyê de dijîn.”

Demhat Hesekê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hember planên dewleta Tirk ên ku şikandina îradeya gelê berxwedêr armanc dikin, hişyar bin û got: “Em ji armancên xwe yên azadî û serkeftinê venagerin.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Weid El Xilêwî jî soza şpandina rêya şehîdan û destkeftiyên ku bi saya fedakariyên bi saya wan hatine bidestxistin, da.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên her du şehîdan di nava dirûşme û tilîliyan de hatin veşartin.

(c)

ANHA