Rûsyayê tevgerên dewleta Tirk bi xiyanetê bi nav kirin

Rayedarekî leşkerî yê Rûsyayê tevgera dawîn a dewleta Tirk wekî xencerê li piştê bi nav kir û got, “Piştî rêzebiryarên wê yên provokatîv, ew êdî ne dewleteke dost e.”

Rûsyayê tevgerên dewleta Tirk bi xiyanetê bi nav kirin
11 tîrmeh, 2023   11:00
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa “TACC” a Rûsyayê, Serokê Komîteya Parastin û Ewlehiyê ya Meclîsa Federasyonê ya Rûsyayê Victor Bondarev got: “Mixabin, bûyerên di hefteyên dawîn de rû dane bi zelalî diyar dikin ku Tirkiyeyê hêdî hêdî ji dewleteke bêalî vediguhere dewleteke ne dost, ji ber ku wê gelek biryarên provokatîv stendin.”

Daxuyaniyên Bondarev piştî serdana serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky a ji bo Tirkiyeyê hatin dayîn. Zelensky ku roja înê çûbû Tirkiyeyê ragihandibû ku 5 fermandarên tabora Azof dê ji Tirkiyeyê vegerin Ukraynayê.

Bondarev destnîşan kir ku Tirkiye piştgiriyê dide hewldana Ukraynayê ya tevlêbûna NATO`yê û anî ziman ku ruxmî lihevkirina li ser mayîna fermandarên tabora Ukraynayê li Tirkiyeyê heta bidawîbûna şer, Tirkiyeyê ew serbest berdane.

Bondarev, ev tevgera Tirkiyeyê wekî “xencera ji piştê” bi nav kir û wekî encama zextên NATO`yê hesiband.

Piştî ketina bajarê Mariupol, her 5 fermandarên Ukraynayê teslîm bibûn. Piştî ku serbest hatin berdan, di çarçoveya pevguhertina dîlgirtiyan a di Îlonê de, ew ji Rûsyayê birin Tirkiyeyê. Li gorî şertên pevbuhertina dîlgirtiyan, diviyabû ew heta bidawîbûna şer li Tirkiyeyê bimînin.

(c)