Dema mekanîzmeya gihandina alîkariyan ji bo Sûriyeyê bi dawî bû

Duh dema mekanîzemya gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyeyê re bi dawî bû. Li Konseya Ewlehiyê ya NY′yê têkildarî mijarê nakokî hene.

Dema mekanîzmeya gihandina alîkariyan ji bo Sûriyeyê bi dawî bû
11 tîrmeh, 2023   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Dema mekanîzmeya gihandina alîkariyên navneteweyî ji bo Sûriyeyê bi rêya Tirkiyeyê û ji wir jî bi rêya deriyê Cîlwa Gozo ber bi deriyê Bab El Hewa yê di bin serweriya çeteyên Tirkiyeyê de, ku 6 meh berê dest pê kiribû duh (10`ê Tîrmehê) bi dawî bû. çêbûn. Di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî Yekbûyî (NY) de têkildarî dirêjkirin an diyarkirina mekanîzmeyek nû pirsgirêk heye.

Çavkaniyên ji NY′yê dan zanîn ku pirsgirêk ji ber hebûna 2 pêşnûmeyan cuda yên têkildarî mijarê ye.

Swîsre û Brezîlayê ji bo dirêjkirina mekanîzmeyê heta salekê (12 mehan) pêşnûmeyek pêşniyar kiribû. Rûsyayê jî pêşniyar di 7`ê Tîrmehê de pêşniyar kiribû ku mekanîzme heta 6 mehan bê dirêjkirin.

Konseya Ewlehiyê di 2014`an de biryar girtibû ku alîkariyên mirovî di herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nuqteyeke din a li ser sînorên Urdinê re bigihîjin Sûriyeyê. Lê ji ber Vetoya Rûsya û Çînê, niha alîkarî tenê bi rêya deriyê sînor ê di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Heyet Tehrîr Şam re derbas bibin.

 (fr/c)