Ji bo dîtina Rêber Ocalan serlêdaneke din
Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
Parêzer hefteyê 2 caran ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê belê bersiv ji wan re nayê dayin.