Şehîdê Erka Xweparastinê Siûd Xelef hat oxirkirin

Xelkê navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Siûd Mihemed Xelef bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kir.

Şehîdê Erka Xweparastinê Siûd Xelef hat oxirkirin
11 tîrmeh 2023   08:28
HESEKÊ

Girseya gel piştî wergirtina cenazeyê şehîd, ji pêşiya Meclisa Mablatên Şehîdan a li navçeyê bi karwanekî erebeyan berê xwe da Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Siûd Mihemed Xelef dema li ser erka bû di 9′ê Tîrmehê de li Hesekê şehîd bibû.

Li goristanê, piştî rêzgirtinê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirêbsiyê Fatma Mihemed axivî û got: "Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Em soz didin şehîdan heta pêkanîna armancên wan em ê li ser şopa wan bin."

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê ya Herêma Cizîrê Mistefa Koçer jî bal kişand ser fedakariyên şehîdan ên di oxira avakirina jiyana azad de û got: "Em îro lehengekî din ji lehengên ku di oxira azadiyê de xwe feda kirine, oxir dikin. Em soz didin heta pêkanîna serkeftinê rêya wan dewam bikin."

Di dawiya merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Îman Dedoş wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de veşartin.

(fr/c)

ANHA