HPG: Êrişên artêşa Tirk a dagirker didomin

HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker 16 caran bi balafirên şer, 414 caran jî bi obus, tank û çekên giran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine.

HPG: Êrişên artêşa Tirk a dagirker didomin
10 tîrmeh, 2023   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî dan:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

7'ê Tîrmehê saet di 08:00, 10:00 û 11:00 de bi çekên giran derb li kozikên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate lidarxistin.

8'ê Tîrmehê saet di 05:20'î de dronên dagirkeran li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî geriyan. Tîmên me yên bi tevgera li van droneyan xistin. Di encama destwerdana hêzên me de liv û tevgera dronan rawestiya.

9'ê Tîrmehê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê sîstemeke kamera ya mobesseyê ya dagirkeran bi çekên giran hate îmhakirin.

Li herêma Zapê;

5'ê Tîrmehê li artêşa Tirk a dagirker li Zapê li Qadên Berxwedanê yên Kokerê, Karker û Şikefta Birîndara operasyonek pêk anî. Dagirkerên ku dixwazin li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi cih bibin, bombeyan li vê qadê dibarînin û daran dibirin. Ev operasyon hîn jî dewam dike.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

7 û 8'ê Tîrmehê herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, li Xakurkê qadên Ava Lolanê û Sinînê 2 caran, li Garê qadên Gundê Şiyê, Deşta Kafya û Gundê Meyrokê 11 caran bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

7, 8 û 9'ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî û Girê Amediyê yên herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê, Qada Golka ya Metînayê û Qadên Girê Şehîd Kamûran, Girê Şehîd Heqî yên Xakurkê 414 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 7, 8 û 9'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê, li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl êrişî çeperên me kirin û hewl da bi kepçeyan tunelan qul bike, hilweşîne."