Li Reqa û Çilaxa gel ji bo Rêbertî meşiya

Şêniyên bajarê Reqayê û navçeya Çilaxa ya Qamişloyê gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê li hember her kesê hewl dide zirarê bigihîne Rêbertî bisekinin.

Li Reqa û Çilaxa gel ji bo Rêbertî meşiya
Li Reqa û Çilaxa gel ji bo Rêbertî meşiya
Li Reqa û Çilaxa gel ji bo Rêbertî meşiya
Li Reqa û Çilaxa gel ji bo Rêbertî meşiya
Li Reqa û Çilaxa gel ji bo Rêbertî meşiya
Li Reqa û Çilaxa gel ji bo Rêbertî meşiya
Li Reqa û Çilaxa gel ji bo Rêbertî meşiya
Li Reqa û Çilaxa gel ji bo Rêbertî meşiya
Li Reqa û Çilaxa gel ji bo Rêbertî meşiya
10 tîrmeh, 2023   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Şênî û endamên saziyan û meclisên sivîl yên navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo li dijî tecrîd û pergala êşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşeke li dar xist.

Şêniyan ji Qada Şehîd Mahsûm a li navarasta navçeyê dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bimire faşîzm” hatin berzkirin.

Meş li geraca navçeyê veguherî mîtîngê û deqeyekê rêz hat girtin. piştre Hevseorkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navçeyê Serûr Şetî axivî û gefên li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin.

Şetî anî ziman ku ew ê li hember her kesê hewl dide zirarê bigihîne Rêber Abdullah Ocalan bisekinin û ew ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li qadên têkoşînê bin.

Endama Rêveberiya Komîteya Dibistanan a navçeyê Nezha Seyfeddîn jî bi navê Kongra Star axivî û got: “Gelên ku xwedî li felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derketine, çiqas êriş zêde bin ew ê gavê paşde neavêjin. Wek jin û gelên berxwedêr, ev êriş dê bandorê li îradeya me nekin.”

Nezha bêhelwestiya rêxistinên mirovî, hiqûqî û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) rexne kir û wekî berpirsên gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan nîşan da.

Nezha bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê mezin bikin.

REQA

Şêniyên bajarê Reqayê, endamên meclisên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û rêxistinên jin û ciwnan bi heman armancê meşek li dar xist. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên “Selametiya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza gelên azad e” hatin bilindkirin.

Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan dest pê kir û li Qada Îtfaiyê rawestiya. Li wir piştî rêzgirtinê, bi navê şêniyên Teqayê daxuyaniyek hat dayîn. daxuyanî ji aliyê parêzer Xalid El Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de, nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Ocalan bi tundî hatin şermezarkirin û wekî hewldana kuştina wî hatin hesibandin. Her wiha piştgirî ji bo Rêber Abdullah Ocalan û hemû kesên li dijî zilm û tundiyê ne hat nîşandan.

Hat destnîşankirin ku ev hewldana kuştinê karekî qirêj, li dijî nirxên mirovahiyê û binpêkirina mafên mirovan e.

Bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û parêzvanên mafên mirovan hat kirin ku tavilê bikevin tevgerê da ku aliyên berpirsên van hewldanan eşkere bikin û wan radestî edaletê bikin.

Di mîtîngê de li ser navê jinên bajarê Reqayê daxuyaniyek din hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Giştî ya bajarokê El Kerame Elya Silêman ve hat xwendin.

Eliya got: “Mafê şandin û wergirtina nameyan ji bo Rêbertî qedexe kirine, gelek name ji aliyê gel ve hatin şandin, lê negihîştin Rêber Ocalan. Lê belê dema ku xwestin nameyên gefxwarinê bidin Rêbertî, ew name bê nav û bê navnîşan gihîştin Îmraliyê.”

Eliya diyar kir ku gelê herêmê di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, lewma divê têkoşînê mezin bikin û parastina fikr û felsefeya Neteweya Demokratîk bikin.

Eliya bang li gel kir ku li hember desthilata Tirkiyeyê serî hilde û heman helwesta ku li dijî komploya li dijî Rêbertî de nîşan daye, nîşan bide.

(c)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WJjF-QMsjdU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>