​​​​​​​Kongreya Ol û Baweriyan: Em piştgiriyê didin hemû gelên ji bo mafên xwe têdikoşin-HATE NÛKIRIN

Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan a 2'yemîn Ebdurehman Bedirxan diyar kir ku beşdarên kongreyê li ser girîngiya destekdayîna hemû gelên ku ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa têdikoşin, li hev kiriye.

​​​​​​​Kongreya Ol û Baweriyan: Em piştgiriyê didin hemû gelên ji bo mafên xwe têdikoşin-HATE NÛKIRIN
10 tîrmeh, 2023   09:43
HESEKÊ

Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan a 2'yemîn Ebdurehman Bedirxan kongre nirxand.

Bedirxan destpêkê bal kişand ser cudahiya di navbera komîteya duyemîn û kongreya yekemîn a ku par bi dirûşma "Em bi hev re nameya aştiyê belav bikin" hatibû lidarxistin û got: "Ya balkêş di kongreyê de tevlêbûna rengîn e. Taîfe û mezhebên cuda yên li derve wekî kakaî, Weqfa Al El Beyet û zerdeştî tev lê bûn. Tevahî cîhanê rastiya nêzîkbûna di navbera ol û baweriyan de nas kir. Lidarxistina mîna van kongreyan nêrînan nêzîkî hev dike û ramanan dike yek, her wiha aştiya navxweyî û jiyana hevbeş bi pêş dixin."

Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan a 2'yemîn 8 û 9'ê Tîrmehê bi dirûşma “Bi biratiya olan em nirxên mirovahiyê geş dikin” li Hesekê hat lidarxistin. Zêdetirî 30 oldarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê beşdarî kongreyê bûn.

Ebdurehman Bedirxan destnîşan kir ku di kongreya duyemîn de beşdaran pêwîstiya pevguhestin, diyalog û hevnaskirina misilman, xiristiyan, cihû û êzidiyan dîtin û got: "Nêrîna hevbeş a beşdarên kongreyê ev bû; divê xalên ku ol û baweriyan digihînin hev ji xalên ku wan ji hev cuda dikin, bêtir werin dîtin. Her wiha beşdaran li ser vê yekê li hev kir ku ji bo diyalogên siberojê formeke nû were dîtin."

Bedirxan anî ziman ku tiştên ol û baweriyan tînin cem hev, ji tiştên wan cuda dikin zêdetir in û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Tiştê ku ji ber Peymana Lozanê hatiye serê gelê Kurd li dijî nirxên mirovahî ye. Lewma, beşdar hemfikr bûn ku rê nedin ku Lozaneke nû pêk were û gotin ku divê gelê Kurd hemû mafên xwe bi dest bixe. Her wiha li ser vê xalê jî li hev kirin ku divê piştgiriya hemû gelên ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa têdikoşin, bê kirin.”

Bedirxan xaleke din a hevbeş di kongreyê de parve kir: “Beşdarên kongreyê li ser şikandina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abullah Ocalan li hev kir.”

Bedirxan di dawiyê de got: “Ji bo belavkirina nirx û rêgezên ku di kongreyê de hatin nîqaşkirin, dê xebat li ser xurtkirina têkiliyên bi tevahî mezheb û taîfeyên olî yên li derve re were kirin da ku li ser formeke hevbeş li hev bikin ku tevahî baweriyên olî nêzî hev bike û aştiya navxweyî û jiyana hevbeş a di navbera tevahî pêkhateyan de werin xurtkirin."

(bb)

ANHA