Pêkhateyên Qamişloyê: Em ê li dijî tecrîd û gefan têkoşînê geş bikin

Pêkhateyên kantona Qamişloyê nameyên gefxwarinê yên ji bo Rêber Abdullah Ocalan wek rêbazeke nû ya rejîma Tirk a ji bo pêkanîna zexta li ser Rêber Ocalan bi nav kir û got ji bo azadiya wî ya fîzîkî divê têkoşîn were xurtkirin.

Pêkhateyên Qamişloyê: Em ê li dijî tecrîd û gefan têkoşînê geş bikin
10 tîrmeh, 2023   06:20
QAMIŞLO

Pêkhateyên kantona Qamişloyê nameyên gefxwarinê yên ji bo Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û anîn ziman ku ew têkoşînê geş bikin heta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.

TIRBESPIYE

/ar/uploads/files/2023/07/09/183742_ranya-hdad.webp

Welatiya bi navê Ranya Hedad a Suryan pergala îşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a faşîst a dixwest bi rêya tecrîdê îradeya Rêbertî û ya gelên demokrat bişkîne bi bin ket, ji ber vê yekê nameyên gefxwarinên ji Rêbertî re dişîne û êdî siyasetên şerê taybet li dijî wî dimeşîne da ku bandorê li piskolojiya wî bike."

Ranya Hedad bal kişand ser ramanê Rêber Abdullah Ocalan û got ji bo pirsgirêkên jinan û azadiya wan di nava civakê de ramanê Rêber Ocalan girîng in û anî ziman ku xwediyê vî ramanî hêjayî azadiyê ye.

Ranya bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku tavilê destwerdanê bikin û siyasetên şerê taybet ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan rawestînin. Her wiha bang li tevahî gelan kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan geş bikin.

ÇILAXA

/ar/uploads/files/2023/07/09/183751_myadh-rmdhan.webp

Welatiya bi navê Meyada Remedan a ji pêkhateyê Kurd jî nameyên gefxwarinên yên ji bo Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha domand: "Armanca van nameyan bandorekê li piskolojiya Rêbertî yê di girîgehê de bikin û hemû cureyên zextê li ser wî giran bikin."

Meyada destnîşan kir ku bi tecrîdkirinê û şandina nameyên gefxwarinên dixwazin Rêber Abdullah Ocalan ji çareseriyan û ji alternatîfa  pergala global a heyî ya ku aloziyan kûr dike,  dûr bixin.

Meyada Remedan di dawiya axaftina xwe de diyar kir û li hemberî siyasetên li dijî îradeya gelan ên di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de ew ê têkoşîn û berxwedanê xurt bikin û li derdora ramanê Rêber Abdullah Ocalan kom bibin. Meyada bang li tevahî gelan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tev li têkoşînê bibin.

TIL BIRAK

/ar/uploads/files/2023/07/09/183818_ibrahym.webp

Ji rûspiyên qebîleya Cibûr û eşîra Bû Salim li navçeya Til Birakê Îbrahîm Seran got polîtîkeyên tecrîdê û pergala îşkenceyê wê nikaribin îradeya Rêber Abdullah Ocalan û ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin.

Seran wiha pê de çû: "24 sal in siyasetên tecrîdê yên li dijî Rêber Ocalan berdewam dikin, lê ev siyaset îradeya wî têk nebir. Rêber Ocalan ji bo azadiyê bi rêgezên xwe ve girêdayî ye. Şandina nameyan rêbazeke nû ya qirêj e da ku pê zextê li Rêber Ocalan bikin. Lê ev rêbaz bi teqez wê têk biçe."

Îbrahîm Seran destnîşan kir ku bi kombûna li derdora ramanê Rêber Abdulalh Ocalan û xurtkirina têkoşîna azadiya wî ya fîzîkî dê tevahî siyasetên tecrîd û îşkenceyê têk biçin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gBK7UJjTldY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YtJ38FesIxM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>