KNK'ê ji bo Rêber Abdullah Ocalan bang kir

KNK'ê bang kir ku ji bo serdana Rêber Abdullah Ocalan heyetek were avakirin û daxwaz kir ku zexta hiqûqî, siyasî û dîplomatîk li Tirkiyeyê bê kirin.

KNK'ê ji bo Rêber Abdullah Ocalan bang kir
10 tîrmeh, 2023   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, daxuyaniyek nivîskî da.

KNK'ê bi bîr xist ku zêdeyî 24 sal in tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin û hate gotin, Rêber Abdullah Ocalan di Adara 2007'an de bi jehrê hate xistin û ev rewş jî bi mînakên ji porê wî hate ispatkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi taybetî 28 meh in parêzer û malbata Birêz Ocalan nikarin serdana wî bikin. Destûr ji axaftina bi telefonê re jî nayê dayin. Birêz Ocalan herî dawî 25'ê Adara 2021'ê ji bo demeke kurt karîbû bi birayê xwe re bi telefonê biaxive. Parêzer ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin tevî ku gelek caran serî li meqamên rayedar ên li Tirkiyeyê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan jî ti bersiv wernegirtin." KNK'ê bi bîr xist ku CPT heta niha red dike ku bikeve nava liv û tevgerê û têkildarî rewşa li girtîgeha Îmraliyê ti agahî parve nekiriye.

KNK'ê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo serdana Rêber Abdullah Ocalan heyetekê ava bikin û ji van dewlet û hêzên siyasî xwest ku zexta hiqûqî, siyasî û dîplomatîk li Tirkiyeyê bikin.