Meclisa Leşkerî ya Minbicê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kir ku dema mayînek bi erebeya wan de teqiya, şehîd bûbûn.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
9 tîrmeh, 2023   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandinê têkildarî bûyerê daxuyaniyek li ser malerpa xwe ya fermî weşand û tê de got: “Hevalên me Heysem MIhemed Eto (Ebû Deham) ku yek ji damezrînerên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye, Hesen Mihemed Nûr Xafûr e (Zilovan) û şervanê QSD`ê Salih Mihemed Rebî Mistefa di encama teqîna mayînekê de bi erebeyan wan de şehîd bûn.

Em soz didin gelê xwe ku rêya şehîdan berdewam bikin, axa xwe biparêzin û ewlehiyê lê dabîn bikin û em dê tola şehîdên xwe hilînin.”

Nasnameya şehîdan li gorî daxuyaniya navendê wiha ye:

Nasnav: Ebû Dehan

Nav û paşnav: Heysem Mihemed Eto

Navê dayîkê: Duha

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Til Eran 2-2-1995.

Cih û dîroka şehadetê: Minbic 9-7-2023.

Nasnav: Zilovan

Nav û paşnav: Hesen Mihemed Nûr Xafûr

Navê dayîkê: Emîne

Navê bav: Mihemed Nûr

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Til Eran 1-1-1997.

Cih û dîroka şehadetê: Minbic 9-7-2023.

Nasnav: Salih

Nav û paşnav: Salih Mihemed Rebî Mistefa

Navê dayîkê: Ezîze

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Til Eran 1-1-1997.

Cih û dîroka şehadetê: Minbic 9-7-2023.

(şx)