Însiyatîfa Nûn: Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were têkoşîn berdewam e

Însiyatîfa Nûn got desthilata Tirk nahêle name ji Rêber Abdullah Ocalan re werin şandin lê wî neçar dike ku nameyên gefxwarinê wer bigire. Însiyatîfê destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jin û gelên azad têkoşîna xwe didomînin.

Însiyatîfa Nûn: Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were têkoşîn berdewam e
9 tîrmeh, 2023   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Meclisa Rêveber a KCK`ê Sabrî Ok eşkere kir ku dewleta Tirk û rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê dane Rêber Abdullah Ocalan.

Îniystîfa Nûn a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkildarî mijarê daxuyanî da û got tevî tecrîdê û kiryarê dawî ya desthilata Tirk ku nameyên gefxwarinê dide Rêber Abdullah Ocalan, lê berxwedana wî berdewam e. Bi vê gefê, dixwazin berxwedana wî têk bibin.

Însiyatîfê diyar kir ku ji bilî CPT`yê tu rêxistineke hiqûqî û mirovî serdana wî nekir, lê wê jî rewşa tenduristiya wî eşkere nekir.

Însiyatîfê got dewleta Tirk, AKP û CPT berspirsên tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan in û banga bidawîkirina tecrîdê kir.

Her wiha însiyatîfê bang li tevahî rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî û mirovî kir ku bilez destwerdanê bikin û tecrîda ne qanûnî bi dawî bikin. Însiyatîf da zanîn ku gelên azad dê li ber xwe bidin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê.

(şx)