'Iqtîdar ol û ragihandinê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin'

Beşdarên Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan diyar kir ku iqtîdar  ragihandin û olan ji bo berjewendiyên xwe polîtîze dikin û gotin, mîsyona ol û ragihandinê avakirina civakeke exlaq û polîtîk e.

'Iqtîdar ol û ragihandinê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin'
9 tîrmeh, 2023   13:38
HESEKÊ

2'yekemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan li hola Serdemê ya bajarê Hesekê berdewam dike.

Rûniştina sêyemîn a bi navê "Rola siyaset û ragihandinê di hişyarkirina olan de da ku pirsgirêkên civakê çareser bikin" ji aliyê hevserokê Fakulteya Zanistên Olî ya Zanîngeha Rojava Mazin Mihemed ve hat birêvebirin.

Di rûniştinê de 3 mijarên sereke; Rola ragihanidnê û bandora wê li civakan, iqtîdar ragihandinê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, polîtîzekirina ol û ragihandinê û dûrxistina olan ji rastiya wan, hatin şîrovekirin.

Rojnamevan Ebduselam Mihemed Emîn bal kişand ser girîngiya ragihandinê û bandorên wê li civakan û got, ragihand çeka duserî ye, dibe ku bi awayekî erênî û dibe ku bi awayekî neyinî were bikaranîn.

Mihemed Emîn diyar kir ku ragihandinê bûye amûrek di destê desthilatê de û ji xeta xwe ya hişyarkirina civakan dûr ketiye. Wekî nimûne Mihemed Emîn diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê ragihand ji bo tirsandina mirovan û pêkanîna armancên xwe yên dagirkirina herêmê û xizmeta piştevanên xwe bi kar tînin.

' DIVÊ PIŞTGIRIYA RAGIHANDINA CIVAKÊ WERE KIRIN'

Mihemed Emîn destnîşan kir, ji karên herî girîng ên ku divê werin kirin, belavkirina çanda biratiya gelan, yekkirina civakan û tunekirina nakokî û nîjadperestiyê ne û ev bang kir: "Ragihandin bandoreke mezin li civakan dike, ji ber vê yekê divê tevahî îmkan bikevin xizmeta pêşxistina ragihandina civakê. Divê piştgiriya ragihandina ku xizmeta civakê dike û rastiya ol û baweriyan radighîne, her wiha ragihandina desthilatê teşhîr dike, were kirin. "

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer jî got, ragihandin ji mîsyona xwe ya sereke dûr ketiye û bûye amûrek di destî desthilatê. Koçer got, ragihandin êdî ne desthilata çaremîn e wekî tên gotin, lê bûye desthilata yekemîn.

Hesen Koçer diyar kir ku civaka Rojhilata Navîn bi ol ve pir girêdayî ye û xîtaba olî ya şaş û polîtîzekirina ol bûn sedema derketina pirsgirêkan. Koçer bi domdarî got: '' Xîtaba olî û tekstên olî yên şaş bandoreke neyinî li civakan kir û civak hilweşandin. Her wiha xetereyeke mezin li ser olan çêdikin û gefan li çanda îslamê dixwin."

Hesen Koçer diyar kir ku divê ragihandin ne li ser esasê kûrkirina nakokiyan, lê li ser esasê hevgirtin, belavkirina çanda hezkirin û pêşxistina exlaqê civakan kar bike be.

Têkildarî rola siyasetê di pêşxistina ol û çareserkirina pirsgirêkên civakê de, Hevserokê PYD'ê Salih Muslim axivî.

Muslim bal kişand ser girîngiya olan û polîtîzekirina wan û got: "Ji hezarên salan ve mirovahî heye. Di civaka xwezayê de exlaq serwer bû. Dema ku mirov ji xeta xwe ya xwezayî û exlaqê dûr ket, hingî ol derketin. Peyama tevahî olan mirov li rastî û cewherê xwe vegere. Armanca tevahî ol û baweriyan xizmeta civakê ye."

Muslim îşaret pê kir çeteyên DAIŞ'ê bi navê îslamê sûc dikirin, ev yek jî bû sedem ku mirov heta astekê mirov ji îslamê dûr ketin û wiha domand: "Mîna DAIŞ'ê ya ku desteka xwe ji dewleta Tirk digire, desthilatdar ol ji bo pêkanîna armancên xwe bi kar tînin û wêneya îslamê reş kiriye, herêman dagir dikin."

Salih Muslim bang li oldarn kir ku heqîqeta îslamê ku exlaq e biparêzin û ji bo avakirina civakeke hevgirtinî ya exlaq û polîtîk kar bikin.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku xebata tevahî saziyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê li ser esasê avakirina civakeke exlaq û polîtîk e û got: "Em PYD'ê bi vê bawer dikin ku civakeke exlaq û polîtîk rêya yekane ya çareserkirina pirsgirêkên civakê ye."

Kongra bi nîqaşkirina mijara çaremîn a dawîn a bi navê "Ji bo pêkanîna rêgezên biratiyê, çareserî û pêşniyar" dewam dike.

(bb)

ANHA