Li Sûriyeyê aloziya di navbera DYA û Rûsya de: Sedem û encam

Li Sûriyeyê aloziya di navbera hêzên DYA û hêzên Rûsyayê zêde bûye. Her du alî çend caran hatin beramberî hev. Pisporê di Konseya Kar û Barên Navneteweyî ya Rûsyayê (RIAC) de Kirill û şîrovekarê siyasî Salim El Kutibî sedemên vê aloziyê û senaryoyên mutemel nirxandin.

Li Sûriyeyê aloziya di navbera DYA û Rûsya de: Sedem û encam
9 tîrmeh 2023   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN- GÎVARA ŞÊX NÛR

Di demên dawîn de hêzên Rûsya û yên Amerîkayê li Sûriyeyê çend caran hatin beramberî hev. Fermandariyê Hêzên Hawayî ya Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku balafirên Rûsyayê bi awayekî ne profesyonel û ne ewle balafira Amerîkayê ya mîsyona şerê li dijî DAIŞ'ê pêk dianî, asteng kir.

Pisporê di Konseya Kar û Barên Navneteweyî ya Rûsyayê (RIAC) de Kirill Semenov zêdebûna aloziya di navbera DYA û Rûsya de ya li Sûriyeyê spart bandora şerê her du aliyan ê der barê Ukranyayê de.

Kiril Semenov ji ANHA'yê re axivî û got: "Li Sûriye artêşa Rûsya û ya Amerîkayê cîran in û têkiliyên wan ên rasterst bi hev re hene. Diyar e ku aliyên neyinî wê di qada Sûriyeyê de eşkere bibin. Amerîkî eger naxwazin eniya duyemîn vekin, lê hewl didin li dijî hikumeta Sûriyeyê destekê bidin şaneyên cuda yên çekdar da ku bala Rûsyayê berbelav bike. Bi rastî rewş gelekî tevlihev e."

Şîrovekarê siyasî yê ji Îmaratê Salim El Kutibî jî anî ziman ku ji salan ve DYA û Rûsya li Sûriyeyê di nava nakokiyan de ne û her yek di şerê navxweyî de destekê dide aliyekî.

El Kutibî diyar kir ku DYA'yê dixwaza rejîma Esed hilweşe, lê Rûsya parastina vê rejîmê dike û wiha domand: "Cudabûna armancên her du aliyan bû sedem ku gelek caran şer di navbera hêzên Amerîka û yên Rûsyayê de biqewime. Riska rûdana şerê çekdarî yê rasterast di navbera her du aliyan de timî heye."

Salim El Kutibî aloziya di navbera DYA û Rûsyayê de spart van xalan "Hilbijartinên serokatiyê yên DYA'yê nêzîk bûne, dibe ku DYA'yê rêbazekî hişktir li dijî Rûsyayê bimeşîne. Ji wê zêdetir tevgera zêde ya DAIŞ'ê ya li Sûriyeyê, DYA û Rûsyayê neçar kirin bi awayekî bawertir tevkariyê bikin. Lê ji ber armancên her du welatan li Sûriyeyê ji hev cuda ne ev tevkarî tevlihev bû."

El Kutibî diyar kir ku zêdebûna aloziya di navbera DYA û Rûsyayê de ya li Sûriyeyê dê bibe faktoreke sereke ku nearamiya li herêmê zêde bike.

El Kutibî destnîşan kir ku eger her du alî rêbazên tevkariyê nebînin dê riska rûdana şerekî çekdarî zêdetir bike û dê encamên wê li ser Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê xirab bin. El Kutibî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hevsengiya hêzan dê li Rojhilata Navîn were guhertin, dê lîstikvanên herêmî yên nû wekî Tirkiye û Îran derkevin, dê girîngiya jêderên petrol û gaze yên li Sûriyeyê zêdetir bibe. Rewşa li Sûriyeyê aloz e."

(bb)

ANHA