Pêla koçberiyê ya ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve zêde dibe

Bi sedan malbatên li Girê Spî ya dagirkirî ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, berê xwe didin herêmên Rêveberiya Xweser.

Pêla koçberiyê ya ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve zêde dibe
9 tîrmeh 2023   06:00
REQA- CUMA MIHMED

Sûc û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî bê navber dewam dikin. Di çend mehên dawîn de pêla koçberiyê ya şêniyên kantona Girê Spî ya dagirkirî ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve zêde dibe

KOÇBERIYA JI HERÊMÊ RANEWESTIYA YE

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2023/07/08/185523_shykhmws-ahmd.jpg

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed bi bîr xist ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên sala 2019'an ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî bi dehhezaran malbat koçberî herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser bûn.

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku ji dema êrişên dagirkeriyê ve pêla koçberiyê ya ji ber sûcên çeteyên ên li dijî niştecihên resen berdewam dike û wiha domand: "Dagirkeran sûcan li dijî niştecihên resen dikin da ku wan neçarî koçberiyê bikin, demografiya herêmê diguherin da ku kesên biyanî li şûna wan bi cih bikin. Aloziya aborî ya li herêmên dagirkirî jî yek ji sedema koçberiya şêniyan e. Li herêmên dagirkirî ewlehî û perwerde tune ne, lê revandin zêde bûye."

Ehmed anî ziman ku heta niha 550 malbatan navên xwe di arşîva kampa koçberên Girê Spî ya li bajarokê  Til Semin ê bakurê Reqayê de qeyd kirine û got, lê Neteweyên Yekûbyî alîkariyan pêşkêş nake û hêza kampê nine ku hejmareke zêdetir a malbatan bihewîne.

Şêxmûs Ehmed da zanîn ku rojane malbat daxwaza derbasbûna kampê dikin, hinek dikarin xaniyan kirê bikin û hinek din jî li gel xizmên xwe dimînin.

Şêxmûs Ehmed got, Rêveberiya Xweser dixwaze li gel Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî re cihekî ji bo van malbatan peyda bike û destekê pêşkêş bike û dixwaze kampa Til Semin fireh bike.

Ehmed xwest ku Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî helwestekê li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bigire û ji bo pêşwazîkirina malbatên koçber destekê bide Rêveberiya Xweser.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku eger derfet hebûya dê hejmara malbatên koçber ji wisa zêdetir bûye û got, malbatên hatine herêmê di demên cuda de hene û hinek malbat ji bo hatina herêmê bi xizmên xwe re di nava peywendiyan de ne.

Li gorî hevseroka kampa koçberên Girê Spî ya li Til Semin Ezîze El Hesen, kamp têra  hezar û 387 konan dike û rêveberiya kampê nikare hejmareke zêdetir pêşwazî bike ji ber cih û derfet nine û alîkariyên ku hinek rêxistin pêşkêş dikin, kêm in.

Di 3 mehên dawîn de 256 malbat ji kantona Girê Spî xwe spartin herêmên Rêveberiya Xweser.

Eger rewş wisa dewam bike, dê herêmên dagirkirî bi taybetî Girê Spî ji niştecihên wê yên resen vala bibin. Ev yek rastiya rewşa aloz a li herêmê û xetereya planên dewleta Tirk ên guhertina demgorafîk eşkere dikin.

(bb)

ANHA