Pirtûkxaneya Gerok li gundewarê Dêrazorê ye

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a rojavayê Dêraozrê bi dirûşma “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo cenga azadiyê bi ser bixin” çalakiya pirtûkxaneya gerok dest pê kir.

Pirtûkxaneya Gerok li gundewarê Dêrazorê ye
Pirtûkxaneya Gerok li gundewarê Dêrazorê ye
Pirtûkxaneya Gerok li gundewarê Dêrazorê ye
Pirtûkxaneya Gerok li gundewarê Dêrazorê ye
Pirtûkxaneya Gerok li gundewarê Dêrazorê ye
Pirtûkxaneya Gerok li gundewarê Dêrazorê ye
Pirtûkxaneya Gerok li gundewarê Dêrazorê ye
Pirtûkxaneya Gerok li gundewarê Dêrazorê ye
Pirtûkxaneya Gerok li gundewarê Dêrazorê ye
8 tîrmeh, 2023   15:55
DÊRAZOR

Bi armanca belavkirina firkên Rêber Abdullah Ocalan û têgeha xwendina pirtûkan, îro li rojavayê Dêrazorê çalakiya pirtûxaneya gerok dest pê kir.

Di roja yekemîn a çalakiyê de, di otobusa ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger li ser bûn de, parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li bajarokê El Kesra yê rojavayê Dêrazorê hatin pêşandan.

Otobus, li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a bajarokê El Kesra rawestiya, endamên saziyên leşkerî û sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbya, Yekitiya Jinên Ciwan û gelek xelkê wir, beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hevseroka Meclisa herêma rojavayê Dêrazorê Şeyma El Şêx axivî û got: “Siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, giş bi armanca têkbirina vîn û berxwedana wî ye.”

Şeyma wiha domand: “Lê belê vîna gelan û berxwedana Rêbertî, ji hewldanên dagirkeriya Tirk mezintir e. Ew nikare vîna Rêbertî û me bişikîne.”

Her wiha Şeyma destnîşna kir ku bi sekna xwe piştgiriya têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan dikin û heta rizgar bibe dê li qadan bin.

Di dawiya çalakiyê de, parêzname û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li beşdaran hatin belavkirin.

Çalakiya pirtûkxaneya gerok dê sibe li herêma Sewr a bakurê Dêrazorê be.

(şx)

ANHA