​​​​​​​Meclisa Jinan hemleyeke siyasî û civakî dest pê kir

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê hemleyeke siyasî ya civakî dest pê kir ku dema wê mehek û nîv e.

​​​​​​​Meclisa Jinan hemleyeke siyasî û civakî dest pê kir
8 tîrmeh, 2023   15:14
 REQA

Seroka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê Xaliye Kejwan daxuyaniya destpêkirina hemelyê bi beşdariya endamên meclisê xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di encama berdewamiya aloziya Sûriyeyê de, encamên neyînî çêbûn ku di aliyên siyasî, civakî û aborî de bandor li jinan û gelê Sûriyeyê kir.

Li gel siyaseta zordar û navendî ya berdewam a rejîma Sûriyeyê ku di encamê de gelek beşên axa Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin dagirkirin, li wan herêmên dagirkirî siyasetên dijminane û qirkirinê li dijî jinan didomin, armanc jî şikandina vîna jinan û têkbirina şoreşa wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Li rex vê siyasetê, li pêşiya jinan zehmetiyên civakî di encama zihniyeta baviksalarî ve derdikevin ku di encamê de bûyerên xwekuştinê û kuştina hovane rû didin. Ew jî nahêle kesayeta zana ya jinan û malbata demokratîk di civakê de ava bibe.

Ji erka me ye ku ewlehiya jinan û civakê biparêzin, lêgerîna di têgeha hevjiyana azad de kûrtir bikin, da ku bi zanabûnê û xwebirêxistinkirinê jiyaneke ya jinan ava bibe û bikare li hember êrişên hovane û têgehên baviksalarî û netewdewletê li ber xwe bidin û pîrozahiya hêza xweparastinê pêş bixe.

Em bi dirûşma “Jina zana bingeha avakirina malbata demorkatîk e” destpêkirina hemleyeke siyasî û civakî radigihînin ku dê mehek û nîv berdewam bike.

Bernameya hemleyê wiha ye:

Lidarxitina semîneriyê perwerdeyê têkildarî rêbazên xurtkirina têgeha hevjiyana azad di navbera jin û mêr de.

Lidarxistina panelan têkildarî diyardeya tundiyê û kuştina jinan, rêbazên çareserkirina wê pirsgirêkê û bandorên wê yên neyînî li ser civakê.

Eşkerekirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê bi rêya lidarxistina werşeyên kar. Xurtkirina jinan di aliyê siyasî de û pêşxistina rola meclisa jinan di çareserkirina aloziyê de.

Lidarxistina civînan, lidarxistina pêşangehên çandî têkildarî diyardeyên civakî û encamên wê li ser jinan.

Belavkirina proşûran têkildarî girîngiya perwerdekirina jinan û rêbazên çalakkirina rola wê di lidarxistina komxebatan û nirxandina astengiyên li pêşiya têkoşînê wê derdikevin de.”

(şx)

ANHA