Li hember gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hêrsa gel

Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya herêma Firatê, bi daxuyaniyên cuda, gefên desthilata Tirk ku li Rêber Abdullah Ocalan xwarine ku derfet heye wî bi jehrî bikin, şermezar kirin û diyar kirin ev gef, planeke nû ya qirkirina gelê herêmê ye.

Li hember gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hêrsa gel
8 tîrmeh, 2023   14:45
KOBANÊ

Endamê Meclisa Rêveber a KCK`ê Sabrî Ok ji Sterk TV re duh gefên dewleta Tirk a dagirker ên ku dane Rêber Abdullah Ocalan eşkere kirin. Li hember van gefan, hêrsa gel li seranserî Kurdistanê rabû.

Têkildarî mijarê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê li pêşiya avahiya xwe ya li Kobanê daxuyaniyek da. Hevseroka Akademiya Şehîd Emîghan Cûdî ya herêma Firatê Ronahî Ehmed daxuyaniya meclisê xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 3 salan ve tecrîdeke mutleq li Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û qanûnên navneteweyî û mafên mirovan binpê dike. Lê tevî wê jî gelê herêmê xwedî li Rêberê xwe derket û li qadan bû.

Di dauxyaniyê de hat destnîşankirin ku îro jî desthilata Tirk nameyên gefxwarinê dane wî ku derfet heye wî bi jehrê bikujin û hat gotin ku ev gef ne tenê li ser Rêber Ocalan e lê belê li ser tevahî gelên azadîxwaz e.

Di daxuyaniyê de bang li gelê herêmê û Kurdistanê hat kirin ku ji bo pêkanîna edaletê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin û heta azad dibe li qadan bin.

/ar/uploads/files/2023/07/08/132116_ghdhb-shaby-hyal-althdydat-dwlh-alahtlal-llqaed.webp

Di heman çarçoveyê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya herêma Firatê li pêşiya avahiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê ya li Kobanê daxuyaniyek da.

Endamê rêveberiya tevgerê Mistefa Sidîq daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji zêdetirî 28 mehan ve dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke mutleq li Rêbertî fez dike. Li gotî agahiyên vê dawiyê, di wê tecrîdê de jî gef lê dixwe ku dê wî bi jehrî bikin. Em van kiryarên derexlaqî yên li dijî rêberê me şermezar dikin.

Em ciwan, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulla Ocalan pêk were, dê li gor berpirsyariyê bin û xwediyên rastîn ên vê axê bin ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan ên ku li ser şopa fikr û felsefeya wî bûn.

Em amade ne di oxira parastina vê axê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêberê xwe de, canê xwe feda bikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fQhRmPTFnvk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>