QSD: Hêzên me bi dozên derveyî Sûriyeyê re eleqedar nabin

QSD`ê nûçeyên ku hin dezgehên çapemeniyê belav kirine têkildarî tevlêbûna şervanên wê di şerê li Ukraynayê de derewand in û destnîşan kir ku ew bi dozên derveyî Sûriyeyê re eleqedar nabe.

QSD: Hêzên me bi dozên derveyî Sûriyeyê re eleqedar nabin
8 tîrmeh, 2023   13:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nûçeyên ku hin dezgehên çapemeniyê belav kirine ku şervanên wê tev li şerê li Ukraynayê bûne derewand in û got: “Hin dezgehên çapemeniyê nûçeyên cuda û nerast têkildarî tevlêbûna şervanên me di şerê li Ukraynayê de belav kirin. Em destnîşan dikin ku ev nûçe derew in û bingeha wê tune ye. Hin jêderên eşkere û erzan mîna van nûçeyên derew belav dikin.

Tevgerên îdiakirî, ne li gorî xebatên nîştimanî yên têkoşîna QSD`ê ne ku ji bo parastina herêmê û niştecihên wê dimeşîne. Hêzên me bi dozên derveyî Sûriyeyê re eleqedar nabin.”

(şx)