​​​​​​​Di êrişa li Îranê de 2 kes hatin kuştin-HATE NÛKIRIN

Çekdaran êrişî navendeke polîsan a li bajarê Zahedan ê Îranê kir. Di êrişê de polîsek û kesekî din hatin kuştin.

​​​​​​​Di êrişa li Îranê de 2 kes hatin kuştin-HATE NÛKIRIN
8 tîrmeh, 2023   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanaleke Îranê ragihand ku di êrişa çekdarên nenas a li dijî navendeke polîsan a li bajarê Zahedan de polîsek hatiye kuştin. Dûre jî kanala El Alem a Ereb diyar kir hejmara kuştiyan bûye 2.

Her wiha Ajansa Fars a Îranê jî ragihand ku çekdarên nenas êrişî navenda polîsan a bi hejmar 16′an kiriye, piştre di navbera wan û polîsan de şer derketiye û di şer de polîsek hatiye kuştin. Lê nehat aşkerakirin ku kuştiyê din jî polîs e yan na.

Li gorî ajansa Fars ku agahiyên xwe spartin Dozgerê Giştî yê Zahedanê Şems Abadî, çekdaran vê sibehê êrişî navenda polîsan kiriye û 2 êrişkarên xwekuj xwe teqandiye.

(fr/c)