2'yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan dest pê kir

Li bajarê Hesekê 2'yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan bi beşdarbûna 300 kesî dest pê kir.

8 tîrmeh, 2023   07:51
HESEKÊ

Bi sponseriya Hevgirtina Ol û Baweriyên Mezopotamya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi dirûşma "Bi biratiya olan em ê nirxên mirovahiyê bilind bikin" 2'yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan li hola Serdemê ya bajarê Hesekê dest pê kir. Kongre wê du rojan dewam bike.

Zêdetirî 300 oldarên Misilman, Êzidî, Xiristiyan, Zeredeştî bi hemû mezhebên xwe, lêkolîner, akademîsyen ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Şam, Başûrê Kurdistanê, nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûne. Her wiha dê ji Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn û Cîhanê bi dehan kes bi rêya Zoomê û peyamên bi dîmen beşdar bibin.

Endamê Hevdîtina Ol û Baweriyên Mezopotamyayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê Hena Somê axaftina destpêkê ya kongreyê kir.

Hena Somê bi xêrhatina beşdaran kir û armancên kongreyê û girîngiya wê di xurtkirina aştiya navxweyî û pêkve jiyanê de destnîşan kir.

Kongrê bi axaftina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didiome ku ji aliyê cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman ve tê kirin.

Li gorî bernameya kongreyê, dê nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê ol û baweriyan de werin guhdarkirin û nameya KCK'ê were xwendin.

Kongre dê ji 4 rûniştinan pêk were. Dê di nava du rojan de mijarên wekî xwişk û biratî, rola jinan di xurtkirina jiyana hevbeş de, rola siyaset û ragihandinê di hişyarkirina olan de da ku pirsgirêkên civakê çareser bikin, her wiha pêkanîna jiyana hevbeş werin nîqaşkirin.

Kongreya yekemîn a Ol û Baweriyan di sala 2020'an de bi dirûşma "Bi hev re em nameya aştiyê belav bikin" hatibû lidarxistin.

(bb)

ANHA