Kongreya Ol û Baweriyan: Rêveberiya Xweser aştiyê mîsoger dike

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman diyar kir ku bi pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyeyê dê aştî were mîsogerkirin.

Kongreya Ol û Baweriyan: Rêveberiya Xweser aştiyê mîsoger dike
Kongreya Ol û Baweriyan: Rêveberiya Xweser aştiyê mîsoger dike
Kongreya Ol û Baweriyan: Rêveberiya Xweser aştiyê mîsoger dike
Kongreya Ol û Baweriyan: Rêveberiya Xweser aştiyê mîsoger dike
Kongreya Ol û Baweriyan: Rêveberiya Xweser aştiyê mîsoger dike
Kongreya Ol û Baweriyan: Rêveberiya Xweser aştiyê mîsoger dike
Kongreya Ol û Baweriyan: Rêveberiya Xweser aştiyê mîsoger dike
8 tîrmeh, 2023   08:18
HESEKÊ

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir Silêman di Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan de axivî.

Silêman axaftina xwe bi hin hedîsên pêxember Mihemed û Îsa da destpêkirin û bi navê Rêveberiya Xweser spasiya saziyên olî yên kongre li dar xistine, kir.

Silêman bal kişand ser hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser û diyar kir ku di hevpeymanê de banga aştiya navxweyî di navbera ol, netewe û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tên kirin û destnîşan kir ku herêmên Rêveberiya Xweser bûne nimûneyên jiyana hevbeş û biratiya gelan.

Yasir Silêman anî ziman ku xwedîderketina li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna wê li deverên din ên Sûriyeyê dê aştiyê ji gelê Sûriyeyê re mîsoger bike û dawî li êş û azarên gel bîne.

Hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk Delal Xelîl jî nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê ol û baweriyan de xwendin.

Duyemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan bi beşdarbûnna 300 kesan li Hesekê dewam dike.

(bb)

ANHA