′Bi hevgirtinê em ê planên dewleta Tirk têk bibin′

Şêx Raxib Beşar El Faris êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li pêkhateyên herêmê kir ku li hember van êrişan hevgirtî bin.

′Bi hevgirtinê em ê planên dewleta Tirk têk bibin′
8 tîrmeh, 2023   04:34
QAMIŞLO-BESNE ŞEMO

Dewleta Tirk a dagirker piştî hilbijartinan û serketina Erdogan careke din êrişên xwe li dijî pêkhateyên herêmê û projeya demokratîk zêdetir kirin. Di êrişên xwe de balafirên bêmirov bi kar tîne. Herî dawî jî hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira Hevserokatiya Meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd xistin.

Şêxê Qebîleya El Zubeyd a Ereban şêx Raxib Beşar El Faris têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. El Faris got: "Ew êriş yekitiya pêkhateyan a li ser biratiya gelan di bin sîwana projeya neteweya demokratîk de dike hedef.”

El Faris wiha domand: "Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve dewleta Tirk destwerdan li herêmê kir û niyeta xwe ya dagirkirina parçeyên Sûriyeyê bi kiryarên xwe yên dijminane û desteka komên terorîst aşkera kirin."

El Faris diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan derfetê dide komên terorîst, bi kar tîne, projeya xwe ya Mîsaqî Millî pêk tîne û siyaseta tirkkirinê dimeşîne. Bi wê yekê hewl dide herêmê vegerîne beriya 400 salan anku Dewleta Osmanî vegerîne.

El Faris bêdengiya hêzên navneteweyî li hember komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li dijî xelkê herêmê dike ku temenê krîza Sûriyeyê dirêj be, şermezar kir û bang li pêkhateyên herêmê kir li hember van planên dagirkirinê hişyar bin, têkiliyên xwe bi rêya felsefeya neteweya demokratîk xurt bikin, da ku destkeftiyên şoreşa bi saya şehîdan pêk hatine, biparêzin.

Şêx Raxib Beşar El Faris wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê em piştgiriya hêzên leşkerî û ewlehî bikin, bi taybet ciwan, da ku ajan û sîxurên dewleta Tirk a dagirker aşkera bikin. Ji ber dewleta Tirk hewl dide bi rêya wan planên xwe pêk bîne. Em bang li her kesî dikin ku nekevin xefika şerê taybet ê MÎT′ê."

(fr)

ANHA