​​​​​​​Şêniyên Helebê: Gel û Rêbertî giyanek in

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kirin ku ew bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û got: "Gel û Rêbertî giyanek in.''

​​​​​​​Şêniyên Helebê: Gel û Rêbertî giyanek in
8 tîrmeh, 2023   00:35
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û azadiya wî ya fîzîkî xwest.

/kr/uploads/files/2023/07/07/184417_-.webp

Welatiya bi navê Cîhan Îsa tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em gelê Kurd ji bilî azadiya xwe û azadiya Rêbertiya xwe tiştek din naxwazin. Dewleta Tirk a dagirker her tim dixwaze gelê Kurd di bin kontrola xwe de bihêle, lew ra tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan giran dike."

Welatiya bi navê Cîhan Îsa daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û  wiha domand: "Ev mafekî me ye. Em ji bilî pêkanîna projeya neteweya demokratîk û azadiya fîzîkî ya Rêbertî tiştekî naxwazin."

/kr/uploads/files/2023/07/07/184447_-.webp

Welatiyê bi navê Ebdo Îbrahîm jî tecrîd şermezar kir û wekî tecrîda li ser tevahî gelê Kurd pênase kir.

Ebdo Îbrahîm anî ziman ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de mafên gelê Rojava tên binpêkirin û li her deverê siyasetên qirêj li ser vî gelî tên meşandin û got: "Em her timî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêk tînin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikin."

Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji gelên azad ditirse û destnîşan kir ku dûrxistina Rêber Abdullah Ocalan ji gelan zihniyeta dewleta Tirk e ya ku ji azadiya gelan ditirse.

/kr/uploads/files/2023/07/07/184512_-.webp

Welatiyê bi navê Şêrîn Hesen jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, 25 sal in Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ye û dadgeha navneteweyî ji bo wî tu gavên cidî neavêtiye.

Şêrîn Hesen diyar kir ku ku armanca dewleta Tirk ew e ku Rêbertî ji gel dûr bixe û wiha domand: "Naxwaze fikr û felsefeya Rêbertî bighêje gelê wî. Tecrîdkirina Rêbertî tecrîdkirina tevahî gelên azad e. Bi vê tecrîdê dixwaze gel bindest be. Lê çi bikin jî wê armancên wan pêk neyên, ji ber ku gel û Rêbertî giyanek in."

/kr/uploads/files/2023/07/07/184431_-.webp

Welatiyê bi navê Henan Hemdûş jî tecrîd şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî û Konseya Ewlekariyê ya NY'yê kir ku tavilê destwerdanê bike û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

(bb)

ANHA