​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker Şêladizê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker çend gundên Şêladizê bombebaran kirin û hate zanîn ku ziyanek mezin ya madî gihiştiye gundiyan.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker Şêladizê bombebaran kir
7 tîrmeh, 2023   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews, îro di saetên piştî nîvro de, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Zêbarê yên li devera Şêladizê ya navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Balafirên şer ên dewleta Tirk beriya derdora saetekê cara duyemîne bajarokê Şêladizê bombebaran kir.

Hate ragihandin ku ji ber bombebaranê ziyanek mezin a madî çêbûye. Lê heta niha nehatiye zanîn ka zerera canî çêbûye an na.