Dewleta Tirk leşker û cebilxaneyê dişîne ser sînorê Başûr

Dewleta Tirk a dagirker gelek leşker û cebilxane şandin baregeh û qereqolên li navçeya Çelê ya li ser sînorê Başûr.

Dewleta Tirk leşker û cebilxaneyê dişîne ser sînorê Başûr
7 tîrmeh, 2023   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di çend rojên dawîn de li navçeya Çelê ya Colemêrgê ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye, liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye.

Ji navçeyên Gever, Şemzînan û Rûbarokê yên Colemêrgê jî her roj ber bi sînor ve sewqiyat tê kirin. Di demên dawîn de ji qereqolên li Wanê ber bi sînorê Çelê ve gelek leşker veguhastin.

Hate zanîn ku leşker li baregehên leşkerî yên gundê Serê Sevê, Ertuş û Bilêcanê hatine bicihkirin û gelek cebilxane jî pê re hatiye şandin.

Her wiha hate zanîn ku ji cerdevanan re nivîsa “operasyonê” hatiye şandin.

Tê gotin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişeke nû van amadekariyan dike.

Ji 17’ê Nîsana 2022’yan ve dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Federe ya Kurdistanê êrişan dike. Liv û tevgera ser sînor zêde bû.