Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin salvegera damezrandina xwe pîroz kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmekê salvegera 9`emîn a damezrandina xwe pîroz kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin salvegera damezrandina xwe pîroz kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin salvegera damezrandina xwe pîroz kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin salvegera damezrandina xwe pîroz kir
7 tîrmeh, 2023   13:18
REQA

Merasîm li Hola Mişwar a bajarê Reqayê hat lidarxistin û endam û fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, nûnerên Rêvebeirya Xweser, şervanên YPJ′ê, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbiyayê beşdarê bûn.

Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid axivî û salvegera 9′emîn a damezrandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Bêrîvan Xalid got: "Damezrandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin destekeftiyeke Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berhema fedakariyên şehîdan e. Erka Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ne tenê pêkanîna ewlehî û îstîqrarê ye, lê belê parastina civakê ji tevahî diyardeyên ku di demên şer de derketine erkeke dikeve ser milê wan."

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şaxê Reqayê Emîre Mihemed jî axivî, salvegera 9′an a damezrandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn–Jin pîroz kir û got: “Ew di parstina xwe, gel û ewlehiya herêmê de xwedî roleke mezin û pêşeng in."

Emîre diyar kir ku jinên herêmê xwe di tevahî qadên siyasî, leşkerî û rêveberiyê de bi rêxistin kir û wiha dom kir: “Jinan xwe di Şoreşa Rojava de îsbat kir. Me DAIŞ di aliyê cografî de têk bir, em ê bi hêza jin li hember dijmin jî bisekinin. Em vê destkeftiyê li Rêber û Ronakbîr Abdullah Ocalan pîroz dikin."

(fr/c)

ANHA