Bafil Talebanî: Em ji bo yekitiya nîştimanî hewl didin

Serokê YNK`ê Bafil Talebanî diyar kir ku pêvajoya heyî li ser her kesî xwedîderketina li doza Kurd ferz dike. Talebanî, li hember hewldanên qirkirina Kurdan banga yekkirina nêrînan û xîtaba siyasî kir.

Bafil Talebanî: Em ji bo yekitiya nîştimanî hewl didin
6 tîrmeh, 2023   14:34
 HESEKÊ

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî nameyek şand Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê ku li bajarê Hesekê ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve tê lidarxistin.

Nameya Bafil Talebanî ji aliyê endama NRLS`ê Bêrîtan Mistefa ve hat xwendin. Talebanî di destpêka nameya xwe de kêfxweşî û serbilindiya xwe ya ji ber beşdarbûna komxebatê anî ziman.

Nameya Talebanî bi vî rengî ye:

/ar/uploads/files/2023/07/06/130925_dsc_0006.webp

 “Em hewldanên ji bo balkişandina ser peymana ku li dijî Kurdan hatî îmzekirin û hewldanên berpirs û beşdarên komxebatê pîroz dikin. Beriya nêzî 100 salî Kurd di hemû aliyan de bi qirkirinê re rû bi rû hatin hiştin. Ev peyman li ser hesabê gelê Kurd, cografiya û çanda Kurda hatin îmzekirin. Kurdan her tim ji bo misogerkirina mafên xwe têkoşiyan. Lê mixabin bûn qurbaniyên berjewendiyên cîhanî. Lê belê ruxmî parçekirinê jî, vî gelî bi berxwedana xwe hebûn û cografiyaya xwe parast.

Dijmin bi awayekî domdar hewl dide Kurdistanê dagir bike û dîroka gelê wê tune bike. Lê bila ev dijmin bizanibe ku gelê Kurd dê mîna çiyayên Kurdistanê bilind bimîne û serî netewîne. Divê hemû hêzên cîhanê bizanin ku şer ne daxwaz me ye û em dijî şer in.

Armanca me her tim ew e ku em li ser cografiyaya xwe bi azadî û rûmet bijîn. Lewma, wekî YNK em xebatên ji bo pêkanîna yekitiya nîştimanî ku daxwaza Mam Celal Talebanî bû, dewam dikin. Em ji gelê Kurd re dijbêjin, ev pêvajo pêvajoya yekirina refên me ye.”

Talebanî bang li her kesî kir ku ji bo berjewendiyên doza Kurd nêrînên xwe yên siyasî bikin yek.

(c)

ANHA